ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
DYE 12 balafirên şer ên F-22 li Îsraîlê bi cih dike
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN ragihand ku Hêzên Hewayî yên DYE’yê di çarçoveya bicihkirina leşkerên li Rojhilata Navîn de 12 balafirên şer F-22 şandin Îsraîlê. Hate diyarkirin ku balafir xwedî kapasîteya bêbandorkirina pergalên parastina hewayî ne. -
Pasdarên Îranê li Kendavê dest bi tatbîkatê kirin
Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, di serdemeke ku DYA'yê zexta li ser Tehranê zêde kiriye de li dirêjahiya Kendavê tatbîkateke leşkerî da destpêkirin. -
Çeteyan goristana şehîdan a li Til Hemîsê xira kirin
Çekdarên ji Dêrazorê goristana şehîdan a bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişloyê xerab kirin. -
Xwepêşandanên li Îranê bi grevên xwendekaran didomin
Li Îranê xwendekaran li kampûsên zanîngehan çalakiyên girseyî li dar xistin û di çalakiyan de daxwaza azadiyê kirin û dirûşmên "Îsal sala xwînê ye, Seyyîd Alî (Hamaney) dê hilweşe" berz kirin. -
Welatên Kendavê li dijî pêngava sînorê deryayî ya Iraqê nerazîbûn nîşan dan
Piştî ku Iraq têkildarê nexşerêya nû û koordînatên deryayî yên nûjen ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkêş kir, gelek welatên Kendavê piştgirî dan desthilatdariya Kuweytê. -
Kampanyaya ji Darvekirinan re Na: Li Îranê di mehekê de herî kêm 350 kes hatin darvekirin
Kapanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku di nava mehekê de zêdetirî 350 kes li Îranê hatine darvekirin. -
Ji ber dagirkeriya Îsraîlê ya li Şerieya Rojava gelek welat nerazîbûn nîşan dan
Ji Brezîlya heta Erebistana Siûdî, ji Fransa heta Spanyayê bêhtirî 20 welatan, hewldanên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina kontrola xwe ya li Şerîeya Rojava’ bi tundî şermezar kirin. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto dîsa gur dibin
Çalakiyên ku bi grevên xwendekaran mezin bûn, kampusên zanîngehan veguherandin qadên mîtîngê. Xwendekaran peyama "Ne Şah ne Mela" da. -
Sewkiyata leşkerî ya DYA’yê bo Rojhilatê Deryaya Spî: Gerald Ford li beravên Girîtê ye
Li gorî dîmenên ku ajansa Reutersê parve kirine, keştiya herî mezin a balafiran a DYA’yê Gerald Ford, gihîşt beravên Girîtê. -
Li Zanîngehên li Îranê xwepêşandanên şermezarkirinê dewam dikin
Xwendekarên li Zanîngehên li Îranê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xwepêşandanên şermezarkirinê dewam dikin. -
Dewleta Îranê mikurhatinên bi êşkenceyê diweşîne
Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û vir ve dewleta Îranê mikurhatinên ku bi êşkenceyê bi zorê wergirtî weke 'diyaloga dostane' pêşkêş dike û li medya dewleta Îranê diweşîne. -
Netanyahu: ‘Em dixwazin li dijî eksenên Şîî û Sunnî yên radîkal ekseneke tifaqa nû ava bikin’
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu daxuyand ku ew armanc dikin li Rojhilata Navîn "li dijî eksenên radîkal ên Şîî û Sunnî" toreke tifaqa nû ava bikin. -
Li zanîngehên li Îranê protesto dewam dikin
Xwendekarên zanîngehên Îranê li dijî kuştin û girtina xwendekaran a di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azdî” û “Mirin ji bo dîkdator” dest bi xwepêşandanan kirine. -
Di hevdîtinên Îran-DYE’yê de nêrînên cuda didomin
Di hevdîtinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de têkildarî rakirina pêkanînan a li beramber bernameya nukleer, nêrînên cuda didomin. -
Amnesty: Li Îranê herî kêm 30 kes di metirsiya darvekirinê de ne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku herî kêm 30 kes ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di bin metirsiya darvekirinê de ne. -
Îranê derbarê peymana nukleerî de daxuyanî da: ‘Reşnivîs dê di nav 2-3 rojan de amade bibe’
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, piştî ultîmatoma Serokê DYA’yê Donald Trump daxuyaniyek da û diyar kir ku reşnivîsa (draft) peymana nukleerî dê di nav "du-sê rojan de" amade bibe û piştre pêşkêşî DYA’yê bikin. -
WSJ: Trump alternatîfa operasyona leşkerî ya bi sînor a li dijî Îranê dinirxîne
Hate îdîakirin ku Trump ji bo şertên xwe li ser mijara bernameya nukleerî ya Îranê ferz bike û bide qebûlkirin, êrişên hewayî yên leşkerî yên sînorkirî dinirxîne. -
Îranê gef li DYE’yê xwar ku êrîşî baregehên wê yên li Rojhilata Navîn bike
Îranê name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û diyar kir ku eger êrîşeke leşkerî çêbibe, ew ê baregehên Emerîkayê yên li Rojhilata Navîn hedef bigirin. -
Trump ji bo ‘lihevkirineke watedar’ 10 roj dem da Îranê
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku divê di navbera Washington û Tehran de “Lihevkirineke watedar” çêbibe û ji bo vê 10 roj dem da Îranê. -
Elmanya ji ber aloziyê hinek leşkerên xwe ji Hewlêrê vekişandin
Wezareta Parastinê ya Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn, wan komek leşkerên xwe ji baregeha leşkerî ya li bajarê Hewlêrê vekişandine. -
Senatorê DYE’yî Graham: Biryara têkildarî Îranê hatiye standin
Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Komarparêz Lindsey Graham anî ziman ku biryara têkildarî Îranê ‘’jixwe hatiye standin.’’ -
NY: Hewlên Îsraîlê yên li Şeriaya Rojava ‘kiryarê îlhaqkirinê’ ye
Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Rosemary DiCarlo, da zanîn ku hewlên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina kontrola li ser herêmên li Şerîeya Rojava yên ku ji hêla desthilata Filistînê ve têne birêvebirin tê wateya 'kiryarê îlhaqkirinê.’ -
Çapemeniya DYE’yê: Washington xwe amade dike ku 1000 leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne
Hate ragihandin ku DYE plan dike ku di nava du mehên pêşiya me de 1000 leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Li gorî nûçeyên çapemeniya Emerîkayê, Washinton difikire ku hebûna xwe ya leşkerî ya li welêt bi dawî bike. -
Krîza Îranê: Îdîaya 'Dibe ku DYE dawiya hefteyê êriş bike'
Hate îdîakirin ku DYE'yê hêzeke mezin a deryayî û hewayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye û ji bo operasyoneke gengaz a leşkerî ya li hemberî Îranê amadekarî kiriye. -
DYE: Em ê bi şiklekî bibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe
Wezîrê Enerjiyê yê DYE’yê Chris Wright got ku ew ê bişiklerkîbibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.